Li Hindistanê jimara miriyên ji ber Corona 200 hezar derbas kir

Xeteriya Vîrûsa Corona li seranserî cîhanê zêde dibe.
Cîhan tev de li dijî vê vîrûsê têdikoşe.
Li Hindistanê, ji ber vîrûsê saziya tenduristiyê ji hev ketiye û Jimara miriyên ji ber vîrûsê 200 hezar derbas kir.
Li nexweşxaneyan, ne oksîjen û ne jî pêwistiyên tenduristiyê mane.

detayên di vê lînkê de bikar bênin.

Hindistan bi qedera xwe ya vîrûsa Corona re rû bi rû maye.

Welat di rojên xwe yên herî zehmet re derbas dibe.

Welatê ku jimara niştecihên xwe derdora 1,4 milyar kesî ye bi mûtasyona nû ya vîrûsê re ji hev ketiye.

Piştî DYA, Brazilya û Meksîka welatê herî zêde ye ku jimara miriyên ji ber vîrûsê lê hatî tomarkirin e.

Di nava 24 saetên derbasbûyî de, 362 hezar 757 kes bi vîrûsê ketin.

Ev yek jî weke dema “reş” hate pênasekirin.

Bi van daneyên dawiyê re jimara pêketiyên li welat gihişt 18 milyon kesî.

Lê çavdêr dibînin ku ev daneyên hatin ragihand ji rastiyê durin.

Ji ber ku li welat sîstema tenduristiyê ji hev ketiye.

Nexweşxane ji pêketiyên vîrûsê tejî bûne û êdî kolandina goran jî hatine rawestandin.

Êdî baxçeyên cihê rûniştê jî bûne cihê şewitandina miriyên ji ber vîrûsê.

Rojane bi sedan miriyên ji ber vîrûsê li van baxçeyan têne şewitandin.

Amerîka jî di nav de ji bo dawî li trajediya li Hindistanê were, ketina nava tevgerê.

Pispor jî bang li welatên dewlemend ku derziyên xwe yên dijî vîrûsê bi Hindistanê re parve bikin.

Li welat her çiqasî jimara kesên derzîya li dijî vîrûsê bikar anî nêzî 150 milyonî bûye jî lê ev yek li gorî jimara niştecihên welat gelek kême.

Di vê navberê de li seranserê cîhanê jî jimara pêketiyê vîrûsê 150 milyon derbas kiriye, ji van jî 3 milyon û 152 kes jî mirine.

Back to top button