KCDK-E’yê banga tevîlbûna kampanyaya nameyan kir

Li dijî biryara Amerîkayê ya dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê wê sibe dest bi kampanyaya nameyan bike.

KCDK-E’yê biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan şermezar kir.

KCDK-E’yê ragihand ku ew ê ji bo ku DYE vê biryara xwe bi paş ve bikişîne bi dirûşmeya ”Nûnerên gelê Kurd ne terorîst in” kampanyayekê bidin destpêkirin.

Ev kampanya 29’ê nîsanê li ber sefaretxaneyên DYE’yê wê were kirin û daxwaza betalkirina biryara Amerîkayê bi rengê dosyayan teslîmî wan were kirin.

KCDK-E’yê bang li Kurd û dostên wan kir ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyan û kampanyaya nameyan bibin

Back to top button