Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrazorê û Reqayê diyar kirin ku Hikûmeta Şamê û hin aliyên din xwestinbi riya Çeteyên Difaa El-Wetenî fitne û tevliheviyan li herêmê derxînin lê bi ser neketin.
Hat diyar kirin ku ewê li dijî hemû hewldanan li cem rêveberiya xweser û hêzên ewlekariyê bin.
Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrazorê bi daxuyaniyekê, hewldanên Hikûmeta Şamê yên derxistina fitne û tevliheviyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi tayebet li Qamişlo, şermezar kir.
Daxuyanî ji hêla serokê Partiya Sûriya Pêşerojê a şaxê Dêrazorê Zeyîm El-Mehmûd, li bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrazorê, bi tevlîbûna hejmarek ji şêx û rûspiyên eşîran, hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk mînaka herî berçav a yekitiya gelên herêmê ye,
Ji ber wê jî dijminên welat li hundir û derve hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin û valahiyeke ewlehiyê çêkin, da ku xwe wekî misogerkerên ewlehiyê ji şêniyan re nîşan bidin, ji ber wê yekê li bajarê Qamişloyê çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî bi kar anîn.
Şêx û rûspiyên eşîrên Dêra Zorê teqez kir ku ew ê li kêleka Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê bin heta ku welatekî yekbûyî ava bibe.
Şêx El-Rehal: Armanc ji şehîdxistina rûspiyên eşîran têkbirina aramiya herêmê ye
Şêxê eşîreya El-Welda yê eşîreya El-Ilî, Remezan El-Rehal destnîşan kir ku armanca ji şehîdxistina rûsipiyên eşîran, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.
Şêx Remedan El-Rehal sedema hewldanên derxistina fitneyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerande serkeftina herêmê di têkbirina terora DAIŞ’ê de û avakirina civakekê ku bingeha wê biratiya gelan û hevjiyana aştiyane ye.
Şêx El-Hamî: Têkiliyên di navbera şêniyên herêmê de xurt in
Şêxê eşîra El-Şibil, Emar El-Hamî jî teqez kir, fitneya ku çeteyan hewl dan li herêmê derxinîn, dê cihê xwe negire, ji ber ku têkiliyên di navbera şêniyên herêmê de xurt in.