Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser yekem car budceya sala 2021’an diyar kir.
Meclis budceya xwe li gorî “Budceya xebitandinê”, “Budceyên veberanîn” û “dahatuyan” dabeş dike.
Li ser mijarê, Şêwermendê Qanûnî yê Desteya Darayî Mihemed Bekir ji Ronahî TV re diyar kir ku dahatûya 2021’an 244 milyon û 657 hezar dolar e û lêçûn jî 171 milyon û 600 hezar dolar e.
Ev budce jî budceya leşkerî nava xwe de nahewîne.
Her wiha Desteya darayî weke gavekê ji bo kêmkirina bêkariyê, wê ji bo 7 hezar kesan derfetên kar di sala 2021’an peyda bike.