Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo sersaxî ji malbata Ibrahîm Reşîd Derwîş xwest

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo îro bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata kesayeta welatparêz Ibrahîm Reşîd Derwîş yê ku di 20’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da, xwest.

Ibrahîm Reşîd Derwîş ku endamê Meclisa Malbatên şehîda a Qamişlo bû û bavê şehîdekî bû, di salên heştiyê de tevgera azadiya Kurdistanî nas kir û bi ruhekî welatparêz û fedayî di nava refên tevgerê de xebat dikir.

Bi dehan ciwanan ji wî perwerde dîtin û tevlî şoreşa azadiyê bûn û ji wan yek jî kurê wî Ş.Hogir yê ku di 1995 şehîd bû.

Ibrahîm Reşîd Derwîş bi destpêka şoreşa Rojava jî têkoşîna xwe dewam kir û roleke girîng di Saziya Malbatên Şehîdan de lîst.

Ibrahîm Reşîd Derwîş xwedî fikir û raman bû, bi dehan nivîs û helbestên wî yên li ser welatparîziyê hebûn.

Back to top button