Nûnerên Eşîrên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê serdana taxa Tey kirin

Ji bo şopandina rewşa wê ya dawî, du çend şandeyan serdana taxa Tey kir. Yek ji wan ji nûnerên eşîrên Tebqa, Reqa û Dêra Zorê pêk dihat, ya din jî ji endamên Saziyên Rêveberiya Xweser bû. 

Bi armanca xurtkirina yekitiya pêkhateyan, şandeyek ji nûnerên eşîrên Tebqa, Reqa û Dêrazorê serdana taxa Teyî kirin.

Şande ji 20 nûnerên eşîrên Ereb yên heman herêmên navbûrî pêk hat.

Nûnerên eşîran destpêkê serdana konê Têkiliyên Eşîran ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarê Qamişloyê kir, piştre serdana nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Teyî kirin.

Her wiha rewşa taxê şopand û hevdîtin bi şêniyên wê re pêk anî.

Bi navê şandeyê, nûnera eşîra Elbû Subeyîh, Zuhêr Ecrawî axivî, piştevaniya xwe bi hêzên ewlekariyê û şêniyên taxê re nîşan da.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana taxa Tey kir

Li aliyekî din jî, şandeyek ji meclisa Cîbicîkirinê ya Rêveberiya Xweser serdana taxa Teyî kirin û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya hate diyar kirin ku taxa Teyî ji hemû xizmetguzariyan bêpar hatibûn hiştin.

Hat gotin çeteyên dîfa el wetenî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzaiyê rê nedidan saziyên rêveberiya xweser.

Hate destnîşan kirin ku ji niha û şûnde ji alîkariya şêniyên taxê hemû saziyên rêveberiya xweser wê di nava tevgerê de bin

Back to top button