Kirîna Tirkiyê ya mûşekên S-400 li ser ewlehiya Amerîka xeterî ye

Wezîrê Karê Derve ya Amerîka Tony Blinken teqez kir ku kirîna Tirkiyê ya mûşekên S-400 ên Rûsî li ser ewlehiya Amerîka xeterî ye.

Tony Blinken derbarê kirîna Tirkiyê ya sîstema parastinê asîmanî ya Rûsî got ku me Tirkiyê gelek caran şiyar kir ku dest ji van mûşekên Rûsî berde.

Hefteya borî jî, wezîrê karên derve ya Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oglo ragihand ku welatê wî ji bo kirîna komeke din ji mûşekên S-400 ji Rûsiya di nava danûstandinê de ye.

Gelek caran Waşintonê ji ber ku mûşekên S-400 metirsiyê li ser sîstemên parastinê yên Natoyê çêdike, Enqere rexne kiriye.

Girêdayî kirîna S-400, beriya çend rojan Amerîka weke ceza Tirkiyê fermî ji bernameya pêşxistina balafirên F 35 derxist

Back to top button