2 leşkerên Iraqî li Diyalayê hatin birîndarkirin

Li parêzgeha Diyalayê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke hêzên artêşa welat kir û 2 leşker birîndar bûn.

Çavkaniyeke Ewlehî ya Iraqî ragihand ku duh çeteyên DAIŞ’ê bi rêya teqandina mayîneke çandî, êrîşî nuqteyeke hêzên artêşa Iraqî ya li Diyalayê kir û di encamê de, 2 leşker birîndar bûn.

Ev êrîş, piştî ragihandina operasyoneke paqijiyê li dijî şaneyên DAIŞ’ê ji aliyê heman hêzan ve, hat kirin.

Çeteyan her wiha bi rêya êrîşên sekvanî, êrîş bir ser xalên artêşê yên li gundê Merdana yê Diyalayê.

Li heman parêzgehê, şaneya ragihandinê a Iraqî desteserkirina zêdeyî 40 bombe û mayînî jî ragihand.

Back to top button