Yemen…Li parêzgeha Teez û Hudeydayê 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê rojavayî yê parêzgeha Te’zê ya Yemenê 3 sivîl di nav de 2 zarok bi mûşekên “çekdarên Hûsî” hatin kuştin.

Li bajarê Hîs ê başûrê parêzgeha Hudeydayê jî zarokek û kalemêrekî 79 salî bi parçeyên mûşekên “Hûsiyan” hatin kuştin.

Di çarçoveyê de, Wezareta Derve ya Amerîkî ragihand ku şanderê taybet ê Yemenê Tim Lenderking dê îro ji bo bidawîkirina aloziya heyî, berî bide Uman û Siûdiyê.

Wezaretê bi daxuyaniyekê got ku diyalogên Lenderking dê li ser misogerkirina piştgiriya agirbesteke mayînde û gihîştina alîkariyên mirovî bo seranserî Yemenê bin.

Back to top button