Dewleta Tirk careke din girê Til Rifetê armanc kir

Îro jî li dijî herêmê, taybet Şehba, êrîşên dewleta Tirk a dagirker hebûn..
Ser sibehê droneke dewleta Tirk girê Til Rifetê careke din armanc kir. 

Îro di saet 8’an de, droneke dewleta Tirk a dagirker girê bajarokê Til Rifetê yê girêdayî herêma Şehbayê, bombebaran kir, lê encam heta niha nehatine zanîn.

Li gorî agahiyan, ev dron demekê li herêmê geriya.

Piştî vê, Artêşa Tirk, gundên Meranazê û Malikiyê yên navçeya Şerayê topbaran kirin.

Li gundê Meyasê yê Şêrewa sivîlekî 70 salî bi êrîşên çeteyan birîndar bû

Li gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa çeteyên dewleta Tirk êrîşî kesê bi navê Îsa Hisên Ferec ê 70 salî kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dema Hisên Ferec pezê xwe li gundê Meyasê diçêrand, çeteyan gule berdan wî û ew birîndarkirin û paşê pezê wî jî birin.

Duh êvarê jî Artêşa Tirk û komên wê yên çete gundên Eyndeqnê û Bêloniyê yên herêma Şehbayê topbaran kirin.

Back to top button