Hêzên rejîma Îranê, bi ser gundê Dertengî Bala yê herêma Loristanê de girt û di encamê de gelek kes hatin birîndarkirin û girtin.
Duh êvarê hêzên rejîma Îranê bi armanca dagirkirina mal, bax û baxçeyan, êrîşî gundê Dertengî Bala yê herêma Mehman ê parêzgeha Loristan a rojhilatê Kurdistanê kir.
Xelkên gund li dijî vê êrîşê nerazîbûn nîşan da û rê neda ku bikevin nav mal û milkên wan.
Xelkê gund dibêjin ku rejîma Îranê bi hinceta çêkirina rê, dixwaze malên wan xirab bike, bax û baxçeyê wan talan bikin.
Li ser vê nerazîbûnê, hêzên rejîmê êrîşî gundiyan kir û gule li wan reşandin û di encamê de, bi dehan gundî hatin birîndarkirin û gelek kes jî hatin girtin.