3 leşkerên Tirk li Şeladizê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn

Li dijî êrîşên dagirkeran bersivên xurt tên dayîn.. Gerîlayan li bajarê Şeladizê yê Başûrê Kurdistanê li baregeha Sîrê ya Tirk xist û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ragihand ku di salvegera şehadeta fermandarê mezin Şehîd Bedran Gundikremo de çalakiyek hat lidarxistin.

Fermandariyê diyar kir ku 27’ê Nîsanê li bajarê Şeladizê yê Başûrê Kurdistanê yekîneyên wan li baregeha Sîrê ya dewleta Tirk xist.

Di encamê de, 2 tankên artêşa Tirk hatin jinavbirin, 3 leşkerên Tirk ên dagirker ên di tankan de hatin kuştin, 5 leşkerên li dora tankan jî birîndar bûn.

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê anî ziman ku dewleta Tirk bi derewan ragihand ku leşkerekî wan miriye û 2 jî birîndar bûye.

Back to top button