14 kesan bi vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrûsa coronayê ketine 15 hezar derbas kir.
Di 24 seatên dawî de 14 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 123 kes pêketin.
Rêveberya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li herêmên ku qedexeya giştî lê hatibû ragihandin veguherande ya beşî.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêjmara kesên bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest didin û pê dikevin her ku diçe zêdetir dibe.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku di 24 seatên dawî de 14 kes bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan û da zanîn ji wan 9 mêr û 5 jinin.

Mustefa piştrast kir ku 123 kesên din bi vîrusa Coronayê ketine, ew jî 71 mêr û 52 jin in.

Mistefa da zanîn ku rewşa 20 pêketiyên vîrusa Coronayê jî baş bûye.

Bi van daneyan re hejmara giştî ya pêketiyên Coronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 15 hezar û 796 kesan, ji wan 571 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 606 kes jî baş bûne.

Qedexeya beşî heta hefteyekê hat ragihandin

Rêveberiya Xweser piştî ku qedexeya giştî li herêma cizîr û tebqayê ragihandibû, îro qedexeya beşî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 7 roja ragihand.

Qedexeya derketinê ya beşî heta 6’ê meha Gulanê hate ragihandin.

Rêveberiyê diyar kir ku wê qedexeya derketinê ji saet 7’ê êvarê heta 7’ê sibehê be.

Li gorî biryarê:

Di dema qedexeyê de, wê hemû sînor werin girtin, tenê nexweş, xwendekar û bazirgan karibin herin û werin.

Li gorî biryarnameyê, wê hemû dibistan, zanîngeh û hemû cihên olî girtî bimînin û kombûyîn jî qedexe bin.

Rêveberiya Xweser bang li gelên herêmê kir ku li gorî biryaran tev bigerin.

Back to top button