Dadgeha Tirk cezayê ku li Demîrtaş hatibû birîn erê kir

Dadgeha Tirk ,di 26’ê Nîsanê roja doza Kobanê a li dijî HDP’ê de cezayê ku li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahadîn Demîrtaş hatibû birîn, erê kir.

26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hatibû birîn, erê kir.

Balkêşe ku Dadgeha Bilind di 26’ê Nîsanê de, roja Doza Kobanê dihat dîtin de, ev biryar daye.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Berpirsiyar Umît Dede, derbarê biryara Dadgeha Bilind de daxuyaniya nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de got: Ev biryar parçeyekê êrişên tesfiyekirina partiya me û hilbijêrên me ye.

Dede diyar kir daraz li gorî fermanan tevdigere û da zanîn ti hukmekî erêkirina cezayê Demîrtaş ji bo wan tune ye.

Derbarê bîryarê de parêzerên Demîrtaş jî daxuyanîyek dan û nerazîbûn nîşan dan.

Parêzeran diyar kirin ev bîryareke siyasî ye û ewê têkoşîna hiqûqî bimeşînin.

Back to top button