Qirkirina Ermeniyan..Blinken: Helwesta serokê DYA Biden ya di vê mijarê de zelal e

Tevî dîroka qirker ya Tirkiye, sîstema parastina hewayî ya S-400 ên Rûsya jî Enqerê naparêze. Wezîrê Karê Derve yê DYA Blinken bi anî ziman ku helwesta Biden ya li ser Qirkirina Ermeniyan zelal bû û divê ev yek kesê matmayî nehêle.

Her wiha Blinken ji bo S-400’an careke din Enqere hişyar kir û got, Kirîna S-400 raste rast dijberê sozên ku hatine dayîn ne.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken derbarê rojevên sereke yên heyî de bi rêya online bersiva pirsên rojnamevanan da.

Antony Blinken li ser pirsa ji bo bûyerên 1915’an wiha got:

Biden nêrîna xwe ya bi salan anî ziman. Ev yek dema senator û dema propagandaya hilbijartinê de jî eşkere bû. Serokê DYA di vê mijarê de zelale. Ji ber wê divê ev yek kesî matmayî nehêle.

Blinken îşaret bi peywendiya telefonî ya navbera Biden û Erdogan de kir û diyar kir ku peywendî bi awayekî serkeftî encam dane.

Blinken: Ji bo S-400 me raste rast Tirkiye hişyar kir

Wezîrê Karê Derve yê DYA careke din balkişand li ser sîstema parastina S-400 a Rûsî ku Enqerê kiriye û ev tişt anî ziman:

Di mijara S-400 de, helwesta me zelale. Me ji bo vê yekê Tirkiyê hişyar kiribû. Kirîna S-400 raste rast dijberê sozên ku hatine dayîn ne. Di cîvîna NATO ya 2016’an li Warşowa de, hemû hevalbendan li ser kêmkirina çekên Rûsya li hev kiribûn.

Dewleta Tirk 2019’an ji bernameya pêşxistina balafirên F-35’an, bi birayeke cezayê ya li ser kirîna pergala parastinê ya Rûsyayê hate bidûrxistin.

Ew yek jî piştî nelihevkirina kirîna pergala Patriot a Amerîkayê ku piranî dewletên NATO’yê bi kar tîne, pêk hat.

Blinken dazanîn ku ji bo dempa pêş jî wê welatên ku çekan ji Rûsya bigrin, cezayên nû yên di çarçoveya CAATSA de lê werin birîn.

Wezîrê DYA bi awayekî eşkere pêşniyara Enqerê ya S-400’an mîna S-300’ên Yûnanîstanê birêve bibin jî red kir û ev yek jî weke du mijarên ji hev cûda anî ziman.

Back to top button