BERXWEDANA YAGIZ DI ROJA 124’AN DE YE

Belê heman çalakî li başûrê Kurdistanê jî didomin.
Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê di roja 124’an de ye.
Şandeyek ji Zerdeştiyan serdana greva birçîbûnê ya li Silêmanî kir.
Şandeyê got, ew çalakiya greva birçîbûnê gelek bi nirx dibînin.

Li başûrê Kurdistanê ev 124 rojin çalakiya greva birçîbûnê heye.

Çalakiyek ji van ya Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz e ku bê dem û bê dorvegere.

Yagiz ku di çalakiyê de ye dibêje encam çi dibe bila bibe heta daxwazên wê pêk neyên ewê çalakiya xwe bidomîne.

Her wiha çalakiyek din ji li Hewlêrê bi heman armancê dewam dike, çalakiya dorvegere.

Ev çalaki jî bi koma 62’an didome.

ZEREDEŞTIYAN: EM ÇALAKIYA VAN HEVALAN GELEKÎ BI NIRX DIBÎNIN

Li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî jî ev 101 rojin bi heman armancê çalakî hatiye despêkirin.

Çalakî ji aliyê koma 51’emîn ve dewam dike û her du roj carek çalakî tê dewr girtin.

Şandeyek ji Zerdeştiyan jî ji bû piştgiriya çalakgeran serdana grevê kirin.

Di dema serdanê de li ser navê şandeyê Asrewan Qadruk axivî û got:

Em çalakiya van hevalan gelek bi nirx dibînin.

Bi rastî berxwedana wana cihê şanaziyê ye.

Ev berxwedan hêzekî mezintir dide gerîlla û pêşmerge û hemû aliyan ji bo fikra yekitiya Kurdan bikin.

Her wiha berxwedana Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 64’an de didome.

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 99’an de ji aliyê koma 33’yemîn ve dewam dike.

Li aliyekî din li Germiyanê Herêm Mehmûd 29

Şeyma Ednan 22,

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd 11

Endama Meclîsa Tevgera Azadî ya Germiyan Gulebax Celal 7 û Taha Caf 9 rojin di çalakiyê de ne.

Leave a Reply

Back to top button