Navenda Belgekirinê: Li Efrînê rêjeya Kurdan kêmtirî ji sedî 25 in

Dewleta Tirk a dagirker guhartina demografiya Efrînê didomîne
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî eşker kir ku rêjeya kurdan ku li Efrînê man kêmtirî ji sedî 25 e.
Hat diyar kirin dagirkeran bi riya komeleyên girêdayî Ixwan El-Muslimîn ji malbatên çeteyan re dest bi avakirina 7 wargehan kirine.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi her awayî kiriyarên xwe yên dermirovî dewam dike. Yek ji kiryarên dagirkeran li Efrînê guhertina demografya wê ye.

Bi êrîşên xwe, dewleta Tirk zêdeyî 350 hezar şêniyên Kurd ji Efrînê koçber kirin û dest bi guhartina demogarfî kir.

Li şûna wan dagirkeran zêdeyî 400 hezar kes ji deverên Xota, Hema, Hums û deverên Sûrî yên din anîn û li herêma Efrînê bi cih kirin.

Ji ber vê jî dagirkeran rê li vegera şêniyan girtin û malên Efrîniyan jî desteser kirin û gelek gund bi temamî ji şêniyên resen hat valakirin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî diyar kir ku artêşa Tirk rê li vegera şêniyên gundên Dêrwîş û Çê yê navçeya Raco girt û ev gund veguharand bargehên leşkerî.

Hat diyar kirin, dagirkeran nehêştin şêniyên gelek gundan vegerin malên xwe û malbatên çeteyên xwe lê bi cih kirin.

Ji bo qirkirina Etnîkî jî gundê Baflonê yên Êzîdî bi temamî ji şêniyan hat valakirin.

Navendê diyar kir ku beriya dagirkirina Efrînê rêjeya şêniyên kurd ji sedî 95 bû û niha kêmtirî ji sedî 25 in.

Li Efrînê dewleta Tirk ji malbatên çeteyan re heft wargeh ava dike

Dagirkeran ji bo sepandina guhartina demografî, ji bilî sûcên ku li dijî Efrîniyên mane pêk tîne, wargehan ji malbatên çeteyan re ava dike.

Navendê eşker kir ku dewleta Tirk bi rêya komeleyên girêdayî rêxistina Ixwan El-Muslimîn dest bi avakirina heft wargehan ji malbatên çeteyan re kir.

Ha gotin ku ev komele destekên darayî ji dewleta Qater û Kiwîtê digirin.

Wargehên ku tên ava kirin wiha ne:

Li navçeya Cidindirsê wargeh li gundê Şadêrê , Çiyayê Şêx Mihemed, li derdora Çiyayê Şewitî û li gundê Hec hesna her wiha wargehek nêzî gundê Kefersefrê tê ava kirin.

Li navçeya Şiyê wargehek di navbera gundên Qermitleq û Çeqela û ya din li derdora navenda Şiyê tê ava kirin

Li navçeya Şêrewa jî wargehek li nêzî gundê Xelta tê ava kirin.

Back to top button