KNK’ê li dijî êrişên dewleta Tirk banga civîna lezgîn li hêz û rêxistinên Kurd kir

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs bang li hemû hêzên siyasî û rêxistinên Kurd kir ku li dijî êrîşên li ser başûrê Kurdistanê lihevbicivin.

Ehmed Qeremûs diyar kir ku êrîş ne tenê li ser PKK’ê ye li ser hemû Kurdistanê ye û got,

”Divê hemû Kurd van êrişan wiha binirxînin ku armanca wê tinekirina hemû destkeftiyên gelê Kurd e.”

Ehmed Qeremûs anî ziman ku eger Kurd yekîtiya xwe ava nekin wê nikaribin li dijî êrîşan rawestin..

Qeremûs bang li hemû hêzên siyasî û rêxistinên Kurd kir ku ji bo wergirtina helwestek neteweyî ya li dijî êrişên dewleta Tirk bi awayek lez bicivin.

Back to top button