Li Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriya Tirk hat şermezarkirin

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk yên ser Başûrê Kurdistanê nerazbûna gelê başûr jî zêde dibe.
Şêniyên Binarê Qendîlê, Silêmaniyê, Germiyanê û Koyê êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bang li gel û aliyên siyasî kirin ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsana 2021’an de ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê li dijî Metîna, Avaşîn û Zapê dest bi êrîşeke berfireh kiriye.

Şerê di navbera gerîla û leşkerên Tirk hîn jî bi dijwarî dewam dike.

Nerazîbûna li hemberî êrîşên dewleta Tirk jî roj bi roj zêde dibe.

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê welatiyên Binarê Qendîlê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastina Medyayê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Li Silêmaniyê li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakiyek hate lidarxistin

Li Silêmaniyê jî bi pêşengiya Desteya Însiyatîfa Konferansa Nîştimanî li dijî êrîşên dewleta Tirk ser Başûrê Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û banga li welatiyan hate kirin ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.

Germiyanî banga rawestandina êrîşên dagirkeriyê kir

Li navçeya Rizgarî ya Germiyanê jî êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin û banga rawestandina êrîşan hat kirin.

Şêniyên navçeya Koyeyê: Nabe gel vê dagirkeriyê qebûl bike

Rojnameger û mamostayên navçeya Koyeyê jî berteka xwe dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê nîaşn dan û diyar kirin ku ger partiyên siyasî li hemberî dagirkeriya Tirk bêdeng jî bin, nabe gel vê dagirkeriyê qebûl bike.

Back to top button