Rûsya: Em ê bersiva Bulgaristan ya derxistina dîplomatê me bidin

Li ser dîka krîza dîplomasî welatên nû xwe nîşan didin.
Bulgaristan dîplomatekî Rûsya dersînor dike, Moskova got:
Di demek nêz de wê bersiva vê yekê were dayîn.

Berpirsên Wezareta Karên Derve ya Rûsya li ser pirsên li dijî Sofya wê helwestek Moskowa ya çawa hebe got:

Em ê tevdîrên pêwist yên ji bo bersivdanê bigrin.

Biryara dersînorkirina dîplomatekî Kosolê Bilind a Rûsyayê ya li Sofyayê, di demeke welê de hate dayin ku dozgerên li Bûlgaristanê lêkolîn dikirin ka pêwendiya Rûsyayê bi teqînên li çar depoyên çekên bên firotin ên li Ukrayna û Guristanê heye yan na.

Teqîna li depoya çekan ya Bulgaristanê ku qala wê tê kirin, di navbera 2011 û 2020’an de pêk hatibû.

Tevî vê Bulgaristan beriya niha bi demeke kin mîna Çekya li dijî Rûsya lêpirsînek dabû despêkirin.

Berpirsên Rûsya vê yekê red dikin û dibêjin, Çekya ketiye bin bandora polîtîkayên DYA yê.

Back to top button