LEYLA GUVEN 137 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

137 Roj in Berxwedan Leyla Guven bi biryardarî dewam dike.
Li gel çalakiya Leyla Guven çalakiya girtiyên di grevê de jî li dar e.
Tevî rewşa çalakgeran a xerab jî , lê hemû jî di pêkanîna daxwazên çalakiya xwe de bi biryar in.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan 137 roj in bi biryardarî li ber xwe dide.

Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî bi israr dewam dike.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li girtîgehê ku di 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kir 99 roj in didome.

Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Nêzî 7 hezar girtî ev 23 rojin di çalakiyê de ye.

Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, di 8’ê Adarê de jî parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç dest bi çalakiyê kirin.

Sedat Akin jî bi heman armancê çalakiya xwe di roja 77’emîn û Gurbet Ektîren di roja 67’emîn de li mala xwe çalakiya xwe berdewam dikin.

PARÊZER: REWŞA GIRTIYÊN DI GREVÊ DE DI ASTEKE KRÎTÎK DE YE

Rewşa girtiyên di grevê de her ku diçe xerabtir dib.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Şukran Ozturk û Meral Kaban, der barê rewşa girtiyên li girtîgehên herêma Egeyê di greva birçîbûnê de ne axivîn.

Parêzeran destnîşan kirin ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê, zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne û gotin:

Rewşa girtiyên di grevê de di asteke krîtîk de ye.

Girtiyên di greva birçîbûnê de pir zihîf bûne. Ber çavê girtiyan pir zêde tarî dibe.

Nikarin rakevin. Cezayê hucreyê li gelek girtiyan hatiye birîn. Divê demildest hin gav bên avêtin.”

“HETA TECRÎD BIDOME ÇALAKÎ JÎ WÊ BIDOMIN”

Helbestkar Huseyîn Dûman ku 25 sal in girtiye ev 66 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê di çalakiya grevan birçîbûnê de ye.

Dûman got:

“Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike.”

ÎHD: DAXWAZÊN ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DAXWAZINE MAFDAR IN

Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Şaxê Edeneyê Îlhan Ongor, ji bo Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Îlhan Ongor:

“Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên mafdar in , divê dengê çalakgerên greva birçîbûnê bê bihîstin.”

HDP: TECRÎD MIRINA HER ROJ E

Rêxistina HDP’ê ya Agirî, Wan, Colemêrg, Êlih, Çewlik, Riha û Amedê bi armanca tecrîd bi dawî bibe û êdî mirov jiyana xwe ji dest nedin li avahiyên HDP’ê û buroyên hilbijartinê daxuyaniyên çapemeniyê dan.

Parlamenter û rêveberên HDP’ê diyar kirin ku tecrîd her roj mirin e û xwestin bi lez tecrîd bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button