Ji ber kêmbûna ava Firatê wê tenê yek torbîn were xebitandin

Ji ber kêmkirina rêjeya ava Firatê ji hêla dewleta Tirk ve, buroya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê îro ragihand ku ew ê yek turbîn û heta 8 seatan bidin xebitandin.
Her wiha Buroya Enerjiyê a li Herêma Firatê jî duh ragihandibû ku ew ê saetên dayîna kehrebeyê li Kobanî û Minbicê kêm bikin.

Buroya Enerjî û Hevpeywendiyan a Herêma Cizîrê îro ragihand ku ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê, wê tenê yek torbînê û heta 8 seatan bide bide xebitandin, ji saet 16:00 heta 24:00 êvarî û tenê ji bo xetên xizmemtguzarî û aşan li hemû herêmê were belavkirin. Her wiha tekez kir ku dezgeha Swêdiyê ya ku çavkaniya tekane ya kehrebeyê ye dê weke xwe bimîne.

Buroyê bi bîr xist ku dewleta Tirk ji 6 mehên borî ve her ava Çemê Firatê qut dike. Vê yekê jî hiştiye ku rêjeya bendava Tişrîn û Tebqayê heta 5 metreyên dakeve, ji ber wê jî ew neçar mane ku hejmara torbînên li bendavan kêm bikin.

Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê jî duh ragihand ku ji ber kêmbûna ava Firatê, dê saetên dayîna kehrebeyê li bajarê Kobanê û Minbicê kêm bikin.

Saetên dayîna kehrebeyê li kobanê û minbicê dê kêm bibin

Li aliyekî din, Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilata Sûriyê beriya du rojan ragihandibû ku asta depokirina gola bendava Firatê 304 metre ye lê niha tenê 298 metre ye.

Rêveberiya Bendava Tişrînê hişyarî da ku ji ber daketina avê nemaze di havînê de dê bibe sedema gelek nexweşiyan û herêm dê bi keraseteke mirovî re rû bi rû bimîne, ji ber ku piraniya niştecihên herêmê ava vexwarinê yekser ji çem digirin, bêyî ku stasyonên parzûnkirinê hebin.

Rêveberiyê destnîşan kir ku ji bo peydakirina ava vexwarinê ew zehmetiyan dikişînin û da zanîn ku ji ber kêmbûna asta çem, herikîna avê bi rêya hilmijan kêm bû. û hilmij jî tenê dema asta avê bilind dibe dixebitin.

Rêveberiya bendavê piştrast kir ku daketina rêjeya avê berdewam bike, tê wateyê ku dê tevahî bendav, nikaribin kehrebeyê derxin û dê ava mayî tenê ji bo vexwarin û avdanê were parastin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileyê borî ve ava çemê Firatê qut kiriye û tenê 200 metrekab di her saniyekê de li şûna 500 metrekab ber bi xaka Sûriyê ve dişîne. Ji ber wê jî asta ava çem daketiye û kêm bûye.

Back to top button