Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê biryara hikûmeta Iraqê ya darvekirina 4 ciwanên Êzidî şermezar kir.
Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku bîryara cezayê darvekirinê ne li gorî mafên mirovan e û got,
“Ev birayr wê parçebûnê navbera civakên herêmê de zêde bike û dê encamên wê yên xeternak li ser civaka Êzidî çêbibin.”
Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku biryarê betal bike.
Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan jî hat kirin ku helwestê nîşan bidin..