Di çalakiyên bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê de li Zapê 3 dagirkerên din hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin.
Arteşa Tirk a dagirker tevî hemû derfetên xwe ên teknikî li hemberî berxwedana gerîla roj bi roj têk diçe û derbên giran dixwe.
Têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
Li gorî vê;
Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl
Di 19 û 20’ê Tebaxê de li Qada Girê Cûdî bi pêşengiya YJA Starê hêzên gerîlayan bi çalakiyên cuda 5 caran li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiyan de 3 leşkerên arteşa dewleta Tirk a dagirker hatin cezakirin, 4 çeper jî hatin derbkirin.
Her wiha HPG’ê da zanîn hêzên wan derb li helîkoptereke skorsky ku li qadê digeriya jî dane û got:
Helîkoptera ku hewl da hêzên xwe bi cih bike piştî derb xwar neçar ma ji qadê biçe.
HPG: Herêmên Zap û Metîna 8 caran bi balafir û helîkopterên şer hatin bombekirin
Li ser êrişên dagirkeriyê jî HPG di dawiyê de got, herêmên Zap û Metînayê bi giştî 8 caran bi balafirên û helîkopterên şer hatine bombekirin