Li Amedê rayedarên HDP’ê di nav de, 12 kes hatin girtin

Li Amedê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, rayedarên HDP’ê di nav de, 12 siyasetmedar hatin girtin.

Di 26’ê Nîsanê de, li Amedê, endam û rayedarên HDP’ê û DBP’ê di nav de, 12 kes hatibûn binçavkirin.

Siyasetmedarên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hatibûn binçavkirin, duh bi daxwaza girtinê ji bo Dadgeha Cezayê Silhê hatin rêkirin.

Dadgehê bi hinceta biparvekirinên li ser medyaya dijîtal û îfadeyên şahidên veşartî, biryara girtina her 12 sîyasetmedaran da.

Back to top button