Balafirine şer baregehên Tirkî yên li Eyn Îsa û Ezazê bomberan kirin

Gundê Hoşeriyê yê bajarê Minbicê duh êvarî bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat topbarankirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa dagirker 4 top avêtin gundê Hoşeriyê yê tije sivîl û bi çekên sivîk û navîn jî bi kar anîn.

Li Eyn Îsayê jî, duh bi şev balafireke şer ku nayê zanîn a kîjan dewletê ye, baregeheke leşekerên artêşa Tirk a a dagirker li derdora gundên Seyda û Mielek ên navçeyê bombebaran kir.

Her wiha hemwextî vê êrîşa Eyn Îsayê, balafirên şer ku tê texmînkirin ên Rûsyayê ne, gundên Kefer Xeşer û Merîmiyê yên girêdayî bajarê Ezazê bomebaran kirin.

Têkildarî encamên her du bombebaranan jî ti agahî nehatin bidestxistin.

Back to top button