Qedexeya beşî îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dest pê dike

Îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, qedexeya beşî ku wê 7 rojan dirêj bike, dest pê dike.

Rêveberiya Xweser ji ber bilindbûna rêjeya pêketiyên vîrûsa Coronyayê li herêmê, qedexeya beşî ku ji îro dest pê dike û heta 6 Gulanê dimîne, ragihand.

Li gorî biryara Rêveberiyê, qedexe wê ji saet 7’ê êvarî heta 7’ê sibeha dewam bike.

Jixwe li Bakur û Rojhilatê Sûrî û li gorî bîlançoyên Desteya Tenduristiyê heta niha jimara nexweşên vê şewbê gihiştiye 15 hezar û 796 û ji wan 571 jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button