Li Daqoq û Hewîce 3 leşkerên Iraqî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê di heman wextî de êrîşî hêzên Iraqê yên li Hewîce û Daqoqê kir. 3 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser hêzên Iraqê tim hene û heta duh jî êrîş hebûn.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews’ê duh bi şev çeteyan li navçeya Daqoq êrişî bendeke kontrolê ya hêzên Iraqê kir.

Dema ku polîsên Daqoqê bi hewara leşkerên Iraqê ve diçin, dikevin kemîna çeteyan û di encamê de 2 polîs tên kuştin.

Di heman êrişê de, 6 endamên din ên hêzên ewlekariyê jî birîndar bûn.

Heman şevê çeteyên DAIŞ’ê êrişî bendeke kontrolê li gundê Amgisîr ya rojhilatê Hewîce jî kir û li vir jî çekdarekî Heşda Şe’bî hate kuştin.

Back to top button