Mîral Beştaş: Enqere vaksîna Corona ji çeteyên li Lîbyayê re dişîne

Mîral Danîş Beştaş cîgira hevserokatiya HDP’ê ragihand ku hikumeta Tirkiyê vaksîna corona ya ji bo gelê wê hatibû tarxandin, ji çeteyên li Lîbyayê re dişîne.

Mîral bi bîr xist ku wezîrê tendirustiyê berî du rojan ragihandibû ku Tirkiye 28 milyon derzîyên vaksînê bi dest xistibûn, lê heta niha tenê 8 milyon hatine mizaxtin.

Mîral Beştaş siyaseta derve ya Tirkyê rexne kir û diyar kir ku wezareta derve cihê xwe di giftûgoyên tendirustiyê yên bi dewletên derve re digirt, li şûna ku diviyabû wezîrê tenduristiyê ev erk pêk anîba.

Cîgira hevserokatiya HDP’ê sedema kambaxbûna rewşa tenduristî ya li welat jî, li vê siyaseta têkçûyî vegerand.

Back to top button