Kongra Star li kampa Waşokanî êrîşên li ser qadên gêrîla şermezar kir

Kongra Star, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Îro Kongra Star li Kampa Waşokanî ya girêdayî bajarê Hesekê, daxuyaniyek da.

Daxiyanî ji aliyê Endama Kongreya Star li Kampa Serêkaniyê Gulistan Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Zap, Metîna û Avaşîn hatin şermezarkirin.

Hate destnîşankirin ku armanca van êrişan qirkirina gelê Kurde û ji nû ve vejandina desthilata Osmanî ye.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

Back to top button