Di navbera Kirgizistan û Tacîkistanê de şer derket û herî kêm 13 kes hatin

Di navbera Kirgizistan û Tacîkistanê de şer derket û herî kêm 13 kes hatin kuştin û derdora 150 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Kirgizistanê ragihand ku di şerê ji roja pêncşemê ve 113 kes ‘mexdûr’ bûne ku 13 ji wan mirine.

Hate ragihandin ku yek ji kesên mirine zarokeke 13 salî ye.

Li gorî agahiyan ji ber şer derdora 11 hezar û 500 kes ji herêmê hatin veguhastin.

Tacikistanê jî diyar kir ku ji aliyê wan ve tenê du kes di şer de birîndar bûne.

Lê Ajansa Nûçeyan a Rûs Ria-Novosti ragihand ku herî kêm 3 kesên ji Tacikistanê mirine û 31 jî birîndar bûne.

Kirgizistanê pêncşemê ragihand ku navbera herdu wealtan de agirbest hatiye ragihandin û yekîneyên leşkerî vegeriyane qadên xwe yên berê.

Rûsyayê jî bang li herdu welatan kir ku pirsgirêkên xwe bi riyên siyasî û diplomatîk çareser bikin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ji bo alazî bi dawî bibe Serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn amade ye di navbera her du welatan de navbeynkariyê bike.

Back to top button