Komên Filistînê biryara serok Mehmûd Ebas a derengxistina hilbijartinan red kir.
Koman bang kirin ku beyî destûra Îsraîlê Qudsê tev li hilbijartinan bikin.
Tevgera Hemasê bi daxuyaniyeke nivis di daxuyaniya xwe de got:
Biryara tevgera Fetihê û desthilatdara Filistînê ku birêz Mehmûd Ebas serokatiya wê dike ya derengxistina hilbijartinan, cihê mixabiniyê ye.
Ew berpirsên vê biryar û encamên wê ne.
Filistîniyên li Qudsê îsbat kir ku dikare vîna xwe li ser dagirkeran ferz bike.
Li aliyekî din ji fermandarên tevgera Cîhada Îslamî Xidir Hebîb got:
Derengxistina hilbijratinan bi redkirina Îsraîlê ya lidarxistina hilbijartinan li Qudsê ve ne girêdayî ye.
Dihat payîn ku hilbijartinên Filistînê li ser 3 qonaxan pêk were.
Ew jî hilbijartina parlamentoyê 22`yê Gulanê,
yên serokatiyê 31`ê Tîrmehê û hilbijartinên Meclisa Nîştimanî 31’ê Tebaxê pêk were.
Doh êvarî serokê Flistînê Ebas ragihand ku dema hilbijartina ku wê 22 Gulanê were lidarxistin hatiye paşxistin.