Yekîneyên NATO dest bi vekişîna ji Efxanistanê kirin

Piştî nêzî 20 salan hêzên NATO’yê yên li Efganistanê, dest bi vekişînê kirin.

Rayedarekî NATO’yê ku navê xwe eşkere nekir ji AFP’ê re got,

“Vekişînê dest pê kir. Wê pêvajoyeke bi rêk û pêk, bi koordîne û plankirî be.

Ewlehiya yekîneyên me di her gava rêwîtiyê de wê bibe karê sereke.

Rayedar bi hinceta ewlekariyê eşkere nekir ku koma destpêkê ji çend leşkeran pêk dihat û leşkerên kîjan welatî bûn.

Rayedar diyar kir ku eger di dema vekişînê de Talîban êriş bike wê ‘bersiveke xurt’ bidin û got, “Vekişîn wê di nava çend mehan de temam bibe.”

Serokê DYA Joe Biden diyar kir ku li Efganistanê ‘armanca wezîfeyê’ bi cih hate anîn û diyar kiribû ku wê heta 11’ê Îlonê yekîneyên welat bi temamî vekişin.

DYA û Talîbanê di Sibata 2020’î de peymanek îmze kiribûn.

Li gorî peymanê hêzên Amerîka wê 1’ê Gulanê bi giştî ji welat vekişin.

Lê belê ev pêvajo ji bo 11’ê Îlona 2021’ê salvegera êrişê hate taloqkirin.

Back to top button