Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 37 kes bi Coronayê ketin û 7 jî mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 37 kes bi Corona yê ketin û 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Îro jî qedexeya beşî ya ku 7 rojan hatibû ragihandin, kete meryetê.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir kesên ku ji ber Corona yê jiyana xwe ji dest dane jinek û 6 mêrin.

Mustefa destnîşan kir ku 37 kes jî bi Coronayê ketine û 14 kes jî baş bûne.

Bi van daneyên dawî re, hejmanra kesên bi coronayê ketin li Bakur û Rojhialtê Sûriyê gihiştiye 15 hezar 833 kes, ji wan 578 kes jiyana xwe ji dest dane û hezar û 620 kes jî baş bûne.

Qedexeya beşî îro li herêmê dest pê kir

Ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa Coronyayê li herêmê, qedexeya beşî ku ji îro de dest pê dike û heta 6 Gulanê dirêj dike, hat ragihandin.

Li gorî biryara Rêveberiyê, qedexe wê ji saet 7’ê êvarî heta 7’ê sibehê dewam bike.

Back to top button