Koçberên ku li nava Derya Spî asê mayîn hatin xelaskirin û vegerandin Lîbyayê

Di rêwîtiya ber bi Ewropa re, careke din koçberan mirin li ber çavê xwe dîtin.
98 koçberên ku li nava Derya Spî asê mayîn hatin xelaskirin û vegerandin Lîbyayê.

Li gorî Ajansa Koçberan a NY, Hêzên parastina Peravên Lîbya 98 koçber û penaber ku li nava Derya Spî asê mane doh vegerandine paytext Trablusê.

Beriya niha jî piştî keştiya koçberan binav bû, 108 kesên hatibûn xelaskirin vegerandibûn Lîbayyê.

Konseya Bilind ya Mafê Mirovan ya NY û hevkarê wê Xaça Sor a Navnetewî koçberên ku têne xelaskirin li Lîbya pêşwazî kirin.

Hat hînbûn ku li keştiya cihê qulkirinê hatiye dîtin.

Ji ber koçberiya bi ser Lîbyayê re bo Ewropa di nava salê de bihezaran kes dimirin.

Back to top button