Mîthat Sancar: “Doza Kobanê” qonaxa nû û asta hestiyar a plana tesfiyekirinê ye

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar da xuyakirin ku “Doza Kobanê” qonaxeke tesfiyekirinê ya nû ye û da zanîn ku, Tirkiye ji ber têkçûna DAIŞ’ê û serkeftina Kurdan, tolê ji HDP’ê hiltîne. Parlamentera Parlamena Ewropayê Evîn Incîr jî bang li EY û DYA’yê kir ku li hember vê dozê helwesteke zelal nîaşn bidin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li ser “Doza Kobanê” û êrîşên bloka desthilatdariyê li dijî partiyê, ji ajansa nûçeyan ANF’ê re axivî.

Mîthat Sancar anî ziman ku “Doza Kobanê” qonaxeke nû û asta herî hestiyar a plana tesfiyeya siyasî ye.

Sancar da xuyakirin ku Tirkiyeya dagirker ji çaxa serkeftina Kurdan a li Kobanê, têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, her wiha ji ber xitimîna siyaseta wê ya li Sûriyê û binkeftina di hilbijartên 2019’an de hêrs bûye û serî toldildanan daye û hesabê cezakirinê xistiye dewrê.

Mîthat Sancar da zanîn ku plana tesfiyekirina siyasî ya Tirkiyê ne tenê li dijî HDP’ê ye, belê li dijî tevahiya Kurdan e û got:

“Eger faşîzm bi ser bikeve, dê derfetê bibîne ku hemû muxalifên demokratîk ên li Tirkiyê tesfiye bike.”

Mîthat Sancar: Deshilat hewl dide rejîmeke tirkperest ava bike

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku mijara darizandina endamên HDP’ê dê bandorê li giştî civakê bike, ji ber ku desthilatdarî dixwaze rejîmeke Tirkperest li gorî Îslamê ava bike.

Eevîn Incîr: Divê YE û DYA li hember “Doza Kobanê” helwesteke zelal nîşan bidin

Li aliyekî din, Parlamentera Parlamena Ewropayê (PE) Evîn Incîr a ku tev li civîna “Doza Kobanê” bûbû, bêdengiya civaka navdewletî li ser binpêkirinên Erdoganê faşîzm şermezar kir.

Evîn Incîr anî ziman ku,

“Heke civaka navdewletî li dijî Erdogan bi wêrekî biaxiviya dibe ku me ev geşedanên neçê nedîtana. Ji ber ku gelek tişt hene, YE û DYA’yê dikarin bikin. Li ser vê, divê li hember vê dozê helwesteke zelal nîşan bidin.”

Back to top button