Şêniyên Binarê Qendîlê: Yekîtiya netewî wê dijmin bişkîne

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê jî her diçe zêde dibe.
Şêniyên Binarê Qendîlê û Silêmaniyê êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bang li hikumeta başûr jî kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemîne.

Ev heftiyek e arêtşa dewleta Tirk dijî Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

Şerê di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk de hîn jî bi dijwarî dewam dike û gerîlayan bersivên giran didin dagirkeran.

Piştgiriya ji bo gerîlayan jî û nerazîbûna hemberî dagirkeriyê roj bi roj zêde dibe.

Şêniyên Binarê Qendîlê careke din berteka xwe li dijî êrşên dagirkeriyê nîşan dan û gotin ku tenê bi yekîtiya neteweyî û yekgirtinê dikarin dijmin bişkînin.

Şêniyên Binarê Qendîlê gotin ku ew ê ji bo rizgariya Kurdistanê heta xwîna xwe ya dawiyê li dijî zilm û dagirkeriyê şer bikin.

Xelkê navçeya Derbendîxan êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

Xelkê navçeya Derbendîxan ya Silêmaniyê jî dagirkeriya dewleta Tirk ya ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Xelkê Derbendîxan diyar kirin ku ew dagirkeriyê qebûl nakin û anîn ziman ku bêdengiya Bexda û Hewlêrê ya hemberî dagirkeriyê nîşana hevkariyê ye.

Her wiha bang li gelê Başûr hat kirin ku bêdengiyê bişkînin û bila hemû partiyên siyasî jî xwedî helwest bin.

Jinên Başûrê Kurdistanê bang li hikûmetê kir ku bêdeng nemîne

Endama Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) Kîşwer Şerîf jî nerazîbûna xwe derbarê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê nîaşn da û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku hêdî bêdeng nemîne.

Derbarê heman mijarê, endama Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a li Başûrê Kurdistanê Beyan Ferec axivî û banga rawestandina êrîşan kir.

Back to top button