Şêniyên herêma Firatê qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin

Şêniyên herêma Firatê qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin.
Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed jî diyar kir bi bîrîna avê şerekî taybet li ser gel tê meşandin.

Tirkiyaya dagirker ev serê 3 mehan zêdetir e ava Çemê Firatê kêm dike û tenê 200 metre-dam av dide Sûriyê.

Şêniyên herêma firatê qutkirina avê şermezar kirin û bang li saziyên mafên mirovan kirin ku bi lez destwerdan bikin..

Remziya Mihemed: Bêdengiya navneteweyî dihêle dewleta Tirk sûcên xwe bidomîne

Derbarê heman mijarê, berdevka Kongra Star Remziye Mihemed eşkere kir ku piştî dewleta Tirk bajarê Serê Kaniyê dagir kir, ev ne-cara yekemîn e ku avê li ser welatiyên Hesekê qut dike.

Remziye hişyariya rûdana karesateke mirovî û encamên bi tehluke li herêmê da û teqez kir ku qutkirina avê li ser bajarê Hesekê tê wateya dewamkirina sûcên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Remziye bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin, dawî li van sûcan bînin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Back to top button