Li Dêrikê jineke 99 salî ji vîrusa Coronayê baş bû

Jineke 99 salî ku bi vîrûsa Coronayê ketibû piştî ku li nexweşxaneya COVID-19 ya bajarê Dêrikê hate dermankirin, ji vrihet bû.

Jina bi navê Metîre Cedan Minawir ku temenê wê 99 salî beriya 15 rojan bi vîrusa Coronayê ketibû û rewşa wê gelekî xerab bû.

Lê piştî ku hefteyekê li navendê ji aliyê kadroyên bijîşkî yên li nexweşxaneyê ve hate dermankirin ji vîrûsê rihetbû û îro ew ji nexweşxaneyê derxistin.

Hêjaye bîrxistinê ye ku beriya niha li nexweşxaneya COVID-19 a bajarê Hesekê pîrejina bi navê Hacir a 103`ê salî, ji vîrûsê rihet bû.

Back to top button