Artêşa Tirk herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker ji vê êvarê de herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikir.

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên navçeya Şêrawayê berfireh kirin.

Dagirkeriyê gundê Bênê, Meranaz û Malîkiyê yên Şêrawa bi dijwarî topbaran kirin.

Têkildarî ziyanan heta niha agahî nehatin bidestxistin.

Piştî vê topbaranê gundê Dêr Cemal ê Şehbayê jî topbaran kir

4 Fûze ji aliyên nenas ve li navenda bajarê Efrînê ketin

Her wiha 4 fûze li navenda bajarê Efrînê ketin 2 top ji wan li pêşiya hola Efrîn a ser rêya gundê Kefer Şêl û 2 din li kolana wergirtina mazotê ya navenda bajar ketin.

Beriya 2 saetan jî, du top ku jêdera wan nehatin naskirin, li taxa Sînaa ya navenda bajar ketin.

Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Back to top button