“Divê komîteya navnetewî serdana herêmên dagirkirî bike”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî bang li rêxistinên hiqûqî kir ku serdana herêmên dagirkirî bike û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan belge bikin. Meclisa Leşkerî ya Babê jî anî kir ku kirinên dewleta Tirk li Babê û herêmên dagirkirî sûcên şer in.

Ev dera ku kevir ser kevir nemaye û her tişt hatiye wêran kiririn gundên Girê Spî ne.

Ev wêranî bi zanebûna ji aliyê dagirkeriya Tirk ve pêk hatiye, di encamê de şêniyên wê hatine koçberkirin.

Ji sal û nîvekê ve tu dezgeheke çapemeniyê nikarî derbasî eniyên şer ên li rojavayê kantona Girê Spî bibûye.

Li gorî wêne û dîmenên ku ji aliyên ANHA’yê ve ji herêmê hatine kişandin, gundên biçûk bi awayekî hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi sedan topan hatin armanc kirin.

Dagirkeran bi çekên giran, tank û moşekan gundên Bîr Ereb, Qurinful, Gobirlek, Bîr Zinar û Qizelî yên Girê Spî topbaran kirin, gund wêran kirin û şêniyên wê da koçberkirin.

Her wiha dagirkeriya Tirk ji destpêka êrîşên wê ya li ser navçeya Eyn Îsayê, bi zanabûn 6 gundên li ser rêya M4 wêran kirine.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo bang li rêxistinên hiqûqî û Komîteya Navneteweyî kir ku serdana herêmên ku rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker hatin bikin, rastiyê eşkere bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan belge bikin.

“Kirinên dewleta Tirk li Babê û herêmên dagirkirî sûcên şer in”

Li van herêmên dagirkirî asta sûcên dewleta Tirk gihaştiya sûcên şer.

Lewra Meclisa Leşkerî ya Babê bi daxuyaniyekê anî kir ku kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sûcên şer de têne xêzkirin.

Meclisa Leşkerî destnîşan kir ku Babê şahidê sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye, û anî ziman dagirkeriya Tirk kirinên Tirkkirinê ji guhertina nasnameyan heta ferzkirina zamanê tirkî û pereyên tirkî li herêmên dagirkirî berdewam dike.

Meclisê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir da ku li şûna bêdengiyê, dawî li rewşa dagirkeriyê bînin.

Meclisa Leşkerî ya Babê teqez kir ku wê têkoşîna xwe berdewam bikin heta hemû herêmên dagirkirî were rizgarkirin.

Back to top button