Di êrîşa DAIŞ’ê ya li Kerkûkê 3 pêşmerge şehîd bûn

Liv û tevgera DAIŞ’ê li Iraqê zêde bûye, herî dawî çeteyan êrîşî bendeke pêşmergeyan li Kerkûkê kir û 3 pêşmerge şehîd bûn.
Her wiha di êrîşên DAIŞ’ê li Bexda û Enbarê de 12 fermandar û leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin.

 

Şevê din piştî saet 12:00 şevê bi nîv saetê li nêzî gundê Qayabaşî yê girêdayî navçeya Pirdê ya Kerkûkê li ser benda Pêşmergeyan DAIŞ’ê êrîşek pêk anî.

Di êrîşê de 3 pêşmerge şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê tekildarî êrîşê daxuyanî da û got ku sedema êrîşê valahiya di navbera ewlehiyê ya di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de ye.

Li Enbarê 2 fermandarên artêşa Iraqê hatin kuştin

Li aliyeke din jî, li herêma Ekaşaş a bi ser bajaroka Qaîm a rojavayê Enbarê, dema ku leşkerên artêşa Iraqê li paşmayên çeteyên DAIŞ’ê digeriyan bombeyek bi wan ve teqiya.

Di encamê de 2 fermandarên hêzên artêşa Iraqê hatin kuştin.

Li Bexdayê 10 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê jî ragihand ku li bajarokê Tarmiya ya li Bexdayê dema lêgerîna çeteyên DAIŞ’ê de êrîşên bombeyî li dijî artêşa Iraqê pêk hatin.

Di encamê de 10 leşker hatin kuştin û 2 leşker û sivîlek jî birîndar bûn.

Li Diyaleyê DAIŞ’ê 2 şivan revandin

Duh êvarî jî li gundê Mihemed Ebas yê dikeva bakurê navçeya Xaneqînê ya Diyaleyê, 2 şivanên pezê xwe diçêrandin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin.

Li gorî agahiyên xizmên herdu şivanên ku Ereb in dane piştî ku şivan navegerin, bi riyên cuda hewldane xwe bigihînin wan, lê hewldana wan bê encam dimîne û telafona wan jî girtiye.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, li wê herêmê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye û karê revandinê jî bo girtina pereyek zêde dikin.

Duh Ajansa Îstixbaret û Lêkolînê ya Federalî ku ser bi Wezareta Hundirin a Iraqê ye ragihand ku li Diyaleyê 12 çete hatine girtin û hejmarek çek û teqemenî hatiye desteserkirin.

Back to top button