Efxanistan..di teqîna li herêma Logar de 30 kes mirn 90 jî birîndar bûn

Belê di demeke ku hevalbendên NATO piştî şereke dirêj yê nêzî 20 salan ji Efxanistanê vedikişin de, li welat tundî û rijandina xwînê qet kêm nabe.
Di êrîşa bombeyî ya li Efganistanê de, bi kêmanî 30 kes mirin, 90 jî birîndar bûn.

Bi wesayîtê êrîşeke bombeyî li herêma Logar a dikeve başûrê paytexta Efganistan Kabîlê pêk hat.

Di êrîşê de 30 kes mirin, 90 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Waliyê Herêma Logar Dîdar Lawange daxuyaniyek daû li nêzî rêveberiya xwecihî ya paytexta herêmê Pûl-e Alam û nêzî nexweşxaneyê pêk hatiye.

Hikumet ji zêdebûna jimara miriyan ditirse.

Hê ti alî êrîş li xwe negirtiye.

Lê hikumeta Afxanistanê careke din tiliyên tewambariyê dirêjî tevgera Talîbanê kir.

Balkêşe ev êrîş di roja despêkirina vekişîna hêzên hevalbedên NATO ya li Efxanistanê de pêk hat.

Back to top button