Moskovayê 8 rayedarên Ewropî ji derbasbûna Rûsyayê qedexe kirin

Hikûmeta Rûsî di nav de serokê parlamenê David Maria Sassoli, der heqê 8 berpirsyarên Ewropî de cezaya qedexeya derbasbûna Moskovayê birî.

Hikûmeta Almanî biyara Movkovayê bi tundî red kir û got ku rêkarên ya dawî bêbingeh in û ji bilî tengejeyan bi xwe re nayînin.

Li ser cezayên Rûsî, YE’yê niyaza birîna hin cezayan li Rûsyayê nîşan dide.

Serokê Parlamenê  David Maria Sassoli di vê derbarê de anî ziman ku ew ê li hember van gefan bêdeng nemînin.

Adara borî YE’yê ceza li 4 berpisiyarên Rûs ên payebilind ji ber girtina rikeberê navdar Alexey Navalny birîbûn.

Back to top button