HPG: Li Girê Mamreşo yê Avaşînê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî dikin. Gerîla li Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran li dagirkeran didin.
HPG’ê ragihand ku li gerîla li Girê Mamreşo yê herêma Avaşînê li artêşa Tirk xist û di encamê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên başûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk hewl dide dagir bike, gerîlayên HPG’ê derbên giran li wan dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşan û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke niviskî weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li dijî êrîşên dagirker yên artêşa Tirk ku 23’yê Nîsanê dane dstpêkirin, di çarçoveya pêngava ”Dem Dema Azadiyê ye” derbên giran li dagirkera didin û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya ”Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê” de hêzên me 29’ê Nîsanê li herêma Avaşînê, li ser girê Mamreşo bi çekên termal derbên giran li yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk xistin. Di çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin.

30’ê Nîsanê artêşa dagirker a Tirk bi êrîşên giran ên li ser girên Şehîd Arnos û şehîd Munzur a li qada Mamreşo ya Avaşînê xwest bikeve hundir. Li ser berxwedana hêzên me dagirker bê encam vekişiyan.

30’ê Nîsanê hêzên me bi çekên giran li dijî qereqola Girê ya navçeya Çelê ya Colemergê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de derb li hedefên li qereqolê hatin xistin, kozikeke dagirkeran tevî leşkerên têde hatin îmhakirin.”

HPG’ê diyar kir êrîşên artêşa dagirker a Tirk yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin.

HPG’ê da zanîn 29’ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker herêma Xakurkê, 30’ê Nîsanê erdên gundê Kêsta ya li qada Metîna û Girê Zendûra û qada Karker a herêma Zapê bombebaran kirin.

HPG’ê diyar kir ji ber êrîşan ti ziyan bi hêzên gerîla nebûye.

Back to top button