Meclîsa Kantona Cenevreyê pêşnûmeya li dijî zextên li Tirkiye erê kir

Meclisa Kantona Cenevre ya Swîsreyê bi armanca bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk ser Sûriyê û bidawîkirina zextên ser Kurd û muxalefeta hundirê Tirkiyê pêşnûmeyek erê kir.

Komîsyona Mafê Mirovan di cotmeha 2019’an de pêşnûme amade kiribû û dabû Meclisa Kantona Cenevreyê.

Di pêşnûmeyê de derbarê êrîşên Tirkiyê ser Sûriyê û zextên li ser Kurdan bal hat kişandin.

Pêşnûme duh li Meclisa Kantona Cenevreyê bi erêkirina 51 dengan ji eslê 93’an hat erêkirin.

Di pêşnûmeyê de ev xal hatin destnîşankirin:

Mexdûrên zextê ya tundiyê ya li Tirkiye Kurd in.

HDP jî di nav de gelek muxalîf hatine girtin.

Divê greva birçîbûnê ya bi hezaran kes ketinê bê bersiv nemîne.

Ji bo azadiya girtîyan tedbîrên dîplomatîk bên kirin.

Divê Konseya Ewropayê ji bo rêz ji mafê gelê Kurd re bê girtin xebatê bike.

Back to top button