Desthilatdarên Tirkiyê li gel belavbûna Vîrusa Coronayê sûcên hovane li dijî girtiyan pêk tînin.
Di 3 mehên despêka 2021’an de hezar û 233 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.
Komîteya Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) şaxê Stenbolê, rapora xwe ya beşî ya têkildarî sûcên li dijî mafên mirovan ên li girtîgehên herêma Marmaraya ya Tirkiyê weşand.
Herêma Marmara ji 7 wîlayetan pêk tê ku Stenbol jî di nav de ye.
Di raporê de, sûcên ku li girtîgehên 7 wîlayetan hatine belgekirin.
Li gorî wê, di 3 mehên despêka 2021’an de, hezar û 233 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.
Îşkenceya li girtiyan û danûstandinên nebaş, gef, lêdan, lêgerîna tazî, serdegirtin, binpêkirina mafê tenduristiyê û dermankirinê, qedexekirin û kirinên hovane berdewam in.
Di raporê de hat destnîşankirin ku bi hinceta belavbûna Vîrûsa Coronayê (Covid-19) mafên girtiyan hatine binpêkirin.
Tedbîr û girtekên ji bo vîrusa Koronayê nayên girtin, jimara pêkhateyan zêde bûye.