SOZDAR AVESTA: SERKEFTINA QSD’Ê SERKEFTINA GELAN E, SERKEFTINA JINAN E

Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avestaserkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê weke tolhildana jinên Êzîdî bi nav kir û got:
Ev serketin serketina Êzîdxanê ye. Ji ber ku di fermanê de di şexsê jinên Êzidî de rûmeta mirovahiyê esîr hatibû girtin.

Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, mijarên di rojevê de ji ajansa ANF’ê re nirxand.

Sozdar Avesta destpêkê balkişand ser serkeftina mezin a QSD’ê li dijî DAIŞ’ê û got:

DAIŞ a ku mîna Dehaqê serdem, bû belayê serê mirovahiyê, bi destê Kawayê Hemdem li Baxozê ji aliyê şervanên QSD, YPG/YPJ’ê ve di encama şerê 5 salan de li ser cografyayê hate tinekirin. Serketineke bi vî rengî di roja Newrozê de gelekî bi wateye”

Sozdar Avesta destnîşan kir, di şexsê YPJ’ê de serketin a jinan hemûyan e û ev tişt anî ziman:

Rêber Apo digot, sedsala 21’ê sedsala jinê ye.

Bi vê serketinê ev rastî misoger bû û dinyayê re hate ragihandin.

Vê berxwedana mezin çalakiya Leylayan jî bêhtir bi wate kir. Ew serketin bû bersiveke mezin ji Dehaqê hemdemê Erdogan re.”

SERKEFTINA QSD’Ê BÛ BERSIVA HERÎ BI WATE YA LI DIJÎ FERMANÊ

Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê , wate û girîngiya bidawîkirina DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî jî nirxand.

Sozdar Avesta berxwedan û serketina li Baxozê weke bersiva herî bi wate ya li dijî fermana 74’an bi nav kir.

“Ev serketin serketina Êzîdxanê ye. Ji ber ku di fermanê de di şexsê jinên Êzidî de rûmeta mirovahiyê esîr hatibû girtin.

Serketina QSD’ê bû diyariyek ji bo şehîdên fermana 74’an. Divê gelê me vê rojê weke cejneke herî pîroz bibîne û pîroz bike.”

Leave a Reply

Back to top button