Amerîka: Ji bo pîvanên endamtiya NATO em ê bi Ukrayna re kar bikin

Di demeke, tê gotin aloziya li rojhilatê Ukraynayê ber bi aremiyê ve diçe ji Waşîngtonê careke din çirûskek ya pêxistina agir derket.
Amerîka ragihand ku ji bo pîvanên endamtiya Ukrayna ya ji bo NATO wê bi hevre kar bikin.
Rûsya jî endamtiya Ukrayna ya ji bo NATO weke xeta sor diyar kiribû.
Diyare careke din benê navbera Waşîngton, Kîev û Moskovayê wê were şidandin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA û Cîgirê Wezîrê ji Karê Hundir yê Avrasya Philip Reeker li ser mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Philip Reeker diyar kir ku ew endamtiya Ukray-na ya ji bo NATO nîqaş dikin.

Reeker anî ziman ku rêveberiya DYA, ji bo pîvanên endamtiya Ukrayna ya ji bo NATO bi hevre kar dikin.

Rêveberiya Biden, ji bo berendaman pîvan û rêgezên ku divê werin bicihanîn û li gorî vê hûn dizanin deriyê NATO vekiriye. Welatek mîna Ukrayan ji bo van rêgezan bicih bîne, em bi biryarin ku bi hevre kar bikin.

Blinken wê dest bi geşteke li nava welatên Ewropa bike

Reeker da zanîn ku Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken wê di nava hefteya pêş de dest bi geşteke li Eworopa bike.

Blinken wê di serdana xwe de mijara qala wê tê kirin jî bi rêveberên welatên Ewropa re nîqaş bike.

Her wiha Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskey jî meha derbasbûyî li ser mijarê axivî û gotibû:

Tekane rêya xelasbûna ji şerê li herêma Donbasê endamtiya Ukrayna ya ji bo NATO ye.

Zelenskey bang li welatên NATO kiribû ku li dijî Rûsya hebûna xwe ya li Derya Reş zêde bikin.

Amerîka: Vekişîna hêzên Rûsya li baregehên xwe “gavek erênî ye”

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê DYA Jake Sullivan jî têkildarî rojevên sereke li Koşka Spî daxuyaniyek da.

Jake Sullivan vekişîna hêzên Rûsya ji sînorê Rûsya bi gaveke erênî binav kir.

Beşke mezin ya hêzên Rûsya careke din li qadên xwe vegeriyane.

Ev yek gaceke çêker e.

Keştiyên şer yên Rûsya li Derya Spî mûşekên nû diceribîne

Di vê navberê de, Keştiyên Rûsya yên li Derya Reş jî mûşekên xwe yên nû diceribîne.

Back to top button