Di nava Ewopa û Rûsya de gefên pêkanîna cezayan

Krîza dîplomasiya navbera Rûsya û welatên cîran despêkirî êdî xwe berdide nava Yekîtiya Ewropa.

Rûsya ji bo 6 berpirsên welatên YE biryar da ku nekevin xaka welat.

Yeketiya Ewropa jî li dijî vê yekê bertek nîşan da.

Serokê Konseya YE Charles Michel , Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen û Serokê PE David Sossoli li dijî biryara Rûya ya 6 berpirsên Ewropa ji bo xaka Rûsya bertek nîşan dan.

Serokan gotin, ev biryar nayê pejirandin.

Biryar ne kesên berpirs, lê raste rast YE kiriye hedef.

Rûsya ji bo 6 welatiyên ye biryar da ku nekevin xaka welat

Rûsya berpirsên asta jor yê Komisyona YE di nav de, 6 dîplomatên ji Almanya Fransa, Letonya û Estonya jî di nav de ketina wan ya xaka welat qedexe kir.

Wezareta Karên Derve ya Rûsya ev ceza weke bersiva cezayên YE yên meha derbasbûyî ragihand.

YE ji ber girtina lîderê Mixalîfê Rûsya Alekxie Navalny biryara pêkanîna cezayan li ser Rûsya dabû.

Her wiha YE daxwaza pêkanîan cezayên li ser 4 berpirsên ewlekariya Rûsya ku êrîşên li ser xwepêşandêrên ji bo Navalny daketibûn qadan jî kir.

Rûsya ev helwesta yekîtiyê bi destwerdana li nava karên welat binav kiribû û bertek nîşan dabû.

Back to top button